Dengê ku ji marsê hat

Di qeyda NASA’yê de sewta bayê tê bihîstin

Cara ewil dengê gerstêrka sor hat bihîstin. Daîreya asîman û fezayê ya emerîkayê (nasa’yê) hefteya borî wesayîda fezayê insight şandibû marsê. Wesayîd gihîşt marsê û dengê ewil qeyd kir. Nasa’yê jî ew deng weşand. Di qeydê de sewta bayê tê bihîstin.

Deng ji Marsê hat. Li Gerstêrka Sor deng bi wesayîda kontrolkirina sîsmîk InSightê hat qeydkirin. Ew deng hat weşandin.

NASAyê InSight hefteya borî şandibû Marsê. Pişt re NASAyê qeyda dengê bayê ku li panelên rojê yên wesayîdê da, belav kir.

Peywirdarê Laboratuara Dehfdana Jetê ya NASAyê Bruce Banerdt got, qeyda deng surprîzek e.

Banerdt eşkere kir ku InSight li wê derê hereketan dipîve, lewra jî bizava pêlên deng jî tê de ye.

Di qeydê de cara ewil dengê gerstêrkeke din hat bihîstin. Zanyar dibêjin ev deng, sewta bakurê rojava ye. Leza wê di saetê de 24 kîlometre ye.

InSight di 26ê Mijdarê de gihîşt Marsê. Ev wesayîd dê li Marsê lêkolînên sîsmîk çêke û derbarê qatên erdê de jî daneyan berhev bike.

Dîroka nûkirinê: 08 Kanûn 2018, 16:13
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE