Dinya qala Teknofestê dike

Medyaya navneteweyî pesna mihrîcanê da...

Dinya qala Teknofestê dike

Mihrîcaneke dîrokî li Stenbolê hat kirin, bala hemû cihanê kişand. Zêdeyî nîv mılyonê însan ew zıyaret kır. Çapemenİya navneteweyî gelekî behsa mıhrîcana teknolojî, feza û hewagerıyê Teknofest’ê kir.

Mihrîcana Teknolojî, Feza û Hewageriyê TEKNOFEST, li Stenbolê bi serdanên zêde û rekora beşdariyaê xilas bû.

Festîvala ku li Tikiyê cara ewil hat sazkirin, li dinyayê deng veda.

Ajansa nûçeyan a Frensî AFP(E-FE-PE), nûçeya Teknofest Stenbol, bi manşeta “Li balafirgeha Stenbolê fuara Teknolojî, Feza û Hewayê” serwîs kir.

Ajansê dîmenên mihrîcanê belav kirin û got; ji bilî pêşandanên hewayî, semînerên teknolojîyê û pêşbazî hatin çêkirin.

Rojnameya Îngîlizan The Sunê, di manşetê de qala yekem pêşbaziya dinyayê kir.

Di malpera rojanameya Daîly Maîlê de vîdeoya pêşbaziyê hat belavkirin.

Ajansa nûçeyan Associated Press (ASIŞEY-TİD PRES)a ku navenda wê li Emerîka ye got; pêşbaziya dîrokî li Stenbolê hat lidarxistin.

Medyaya Awistûrayê jî qala Teknofest Istanbulê kir. Bi sernavê “Motora sûper, balafira şer û wesdayîda Formûla 1’ê têk birin” wêneyên mihrîcanê weşandin.

Sputnika Rûsan jî bi sernavê ”Baştirê Baştiran” derheqê Teknofestê de nivîsî.

Çapemeniya Çînê jî qala TEKNOFESTê kir. Di malperên rojnameyên Çînê dîmenên bêhempa yên festîvalê hatin weşandin.

Dîroka nûkirinê: 25 îlon 2018, 15:03
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE