Dîmena çalereşa Kadizê cara ewil hat kişandin

Dîmena çalereşa Kadizê cara ewil hat kişandin

Stêrnasên ku di xebateke hevpar a navneteweyî da wezîfedar in, di nav Rêya Kadizê da cara ewil dîmena çareşeke terikî kişand.

Teleskopa Event Horizonê li tevahiya dinyayê ji heşt teleskopên radyoyê yên senkronîze pêk tê. Konsoryuma navneteweyî ku rêvebiriya vê teleskopê dike, cara ewil dîmena rengînkirî ya çalereşa nava Rêya Kadizê parve kir.

Profesora Astrofîzikê ya Zanîngeha Arîzonayê Feryal Ozelê ji bo çalereşa ku 27 hezar salên ronahiyê dûrî dinyayê ye, wiha pênase kir "(çalereşa) terikî ya nazik a nava rêya kadizê". Ozelê daxuyand, ji ber ku çalereşa Rêya Kadizê nêzî sînorên tîmstêrkên Kevan û Birca Dûpişkê ye, wekî "Kevan A" hat binavkirin û 4 milyon qat ji tavê mezintir e.

Stêrnasên ku bi Teleskopeya Event Horizonê lêkolînê dikin, berî niha di 2019an da dîmena çalereşa galaksiyekê ku 53 milyon salin ronahiyê dûr e, kişandibûn.

Stêrnas wisa bawer dikin ku Rêya Kadizê jî tê da, hema bêje di nava hemû galaksiyan da çalereşên terikî hene.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE