El Cezeriyên siberojê tên perwerdekirin

Bi zanista robotîk El Cezeriyên siberojê tên perwerdekirin.

El Cezeriyên siberojê tên perwerdekirin

Li Mehserta navçeya Mêrdînê bi zanista kodkirina robotîk, El Cezeriyên siberojê tên perwerdekirin. Bi tevkariya dibistaneke pêşîn û Navenda Perwerdeya Gel kursa "perwerdeya kodkirina robotîk" hat vekirin. Xwendekar him li vir wextê xwe baş derbas dikin him jî dersên kodkirina robotîk dibînin.

Teknolojî her ku diçe bi pêş dikeve. Û hewce ye ku xwendekarên welêt ji teknolojî û zanistên fenê nemînin.

Bi boneya vê yekê li Mehserta navçeya Mêrdînê kursa "perwerdeya kodkirina robotîk" hat vekirin.

Di vê kursê de xwendekar hînî kodkirina robotîk û pêşxistina bernameyên kompîturê dibin.

Bi vê perwerdeyê xwendekar hîn dibin ku bernameyên robotîk wê çawa werin amadekirin û ji bo çi werin bikaranîn.

Xwendekar bi kêf hînî kodkirina robotîk dibin.

Piştî perwerdeya bingehîn a algorîtma û bernameyan xwendekar wê bêhtir bi pêş bikevin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE