Li Gebzeyê “Enstîtuya Teknolojiyên Rêhesinê” tê avakirin. Wezîrê Sanayî û Teknolojiyê Mustafa Varank diyar kir ku bi enstîtuyê re wê teknolojiyên rêhesinê bi çavkaniyên neteweyî û xwecihî bên dîzaynkirin. Dîsa wezîrê gihandin û binesaziyê cahit turhan jî destnîşan kir ku wê enstîtu tevkariyê bide xebatên rêhesinê.
Wezîr Varank: Em ê di gava ewil de li Enstîtuya MAMê ya Enerjiyê Enstîtuya Teknolojiyên Rêhesinê bi 100 pisporî re li Gebzeyê ava bikin.
Du saziyên mezin ên Tirkiyeyê hatin cem hev.
TÜBİTAK û Rêhesinên Tirkiyeyê ji bo avakirina Enstîtuya Teknolojiyên Rayan protokolek imze kir.
Wezareta Sanayî û Teknolojiyê û ya Gihandin û Binesaziyê jî piştgirî didin hevkariya her du saziyan.
Wezîr Varank: En ê piştî avakirina enstîtuyê teknolojiyên rêhesinê yên ku hewcedariya Tirkiriye bi wan heye,bi çavkaniyên xwecihî û neteweyî dîzanyn bikin. Ev enstîtu wê peymanên transfera teknolojiyê jî bi rê ve bibe. Em ê di vê enstîtuyê de teknolojiyên rêhesinî yên nûjen çêkin.
Wezîr Gihandinê Cahit Turhan diyar kir ku wekî hikûmet tim girîngî didin pergala birayan.
Wezîr derbarê veberhênanan de agahî dan û diyar kir ku wê enstîtû tevkariyeke mezin bide xebatên di vî warî de.
Wezîr Gihandinê Cahit Turhan:Di mijara teknoljiya birayan de zanîna teorîk a Tübitakê heye û rêhesinên dewletê jî xwedî tecrûbeyeke mezin e. Ev hevkarî wê hêzeke mezin pêk bîne. Jixwe hewcedarî gihandina rêhesinê jî bi vê hevkariya hêzê heye.
Enstîtu wê li Gebzeyê were avakirin û wê li Enqereyê jî xebatên xwe bidomîne.
Li gorî texmînan wê hejmara personelên ARGEyê di demeke kurt de bibe 500 kes.