"Em teşwîqên veberhênana serayê revîze dikin"

Wezîr Varank ji bo karên fermî hat Elezîzê û li Midûriya Herêma Sanayiya Organîze beşdarî civînê bû û bi karsazan ra rûnişt....

"Em teşwîqên veberhênana serayê revîze dikin"

Wezîrê Sanayî û Teknolojiyê Mustafa Varank: "Ji bo ku di çandiniyê da berdewamî çêbibe em gaveke berbiçav diavêjin û teşwîqên seba veberhênana serayan revîze dikin. Ji vir û şûnda herî kêm li ser 25 hektar erazî mînîmum bihayê 5 milyon lire veberhênana serakariya modern jî wê ji teşwîqên veberhênana mifadar bibe."

Wezîr Varank ji bo karên fermî hat Elezîzê û li Midûriya Herêma Sanayiya Organîze beşdarî civînê bû û bi karsazan ra rûnişt.

Varank diyar kir ji bo ku di çandiyê da berdewamî çêbibe ew gaveke berbiçav diavêjin û wiha dewam kir: "Em teşwîqên seba veberhênana serayan revîze dikin. Ji vir û şûnda herî kêm li ser 25 hektar erazî mînîmum bihayê 5 milyon lire veberhênana serakariya modern jî wê ji teşwîqên veberhênana mifadar bibe."

Wezîr Varank destnîşan kir ku ew ji bo kesên ku dixwazin li herêmên pêşketî veberhênana serayê bikin, kapasîteya eraziyê herî kêm ji 40 dekarî dadixin 20 dekarî û wiha dewam kir: "Binêrin ev reform ji bo teşwîqa hilberîna çandiniyê ye. Mebesta me ya sereke pêşîlêgirtina zêdebûna bihayê zerzewad û fêkiyan e."AA

Dîroka nûkirinê: 27 Çile 2019, 16:43
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE