Erebeya firînê ya ewil a Tirkiyeyê "Cizîrî" li Diyarbekirê wê bê nîşandan

Erebeya firînê ya ewil a Tirkiyeyê "Cizîrî" li Diyarbekirê wê bê nîşandan

Erebeya firînê ya ewil a Tirkiyeyê ku ji aliyê Baykarê ve awayek taybet û neteweyî hat çêkirin sibê di pêşangeheke li Diyarbekirê da wê bê nîşandan.

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê wê Pêşangeha Makîneyên Derasayî yên Cizîrî" organîze bike. Di pêşangehê da wê projeyên ji alimên Îslamê El Cizîriyê ku di sedsala 13mîn da xêz kiriye û avakarê sîbernetîkê tê hesibandin, wê bên nîşandan.

Pêşangeha ji bo proje û berhemên Cizîrî li ser Birca Bizinê ya ser Sûra navçeya navendî wê bê kirin. Di pêşangehê da ji ber projeyên Cizîrî 25 prototîpên nimûne hatin çêkirin û wê bên nîşandan.

Di pêşangehê da wê erebeya firê ya ewil a Tirkiyeyê "Cizîrî" ku Baykarê pêşva bir û di 15ê Îlona 2020î da jî testên wê yên ewil kir wê di pêşangehê da jî cihê xwe bigire.

Pêşangeha li ser Birca Bizinê wê heta 18ê Gulanê dewam bike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE