Ev biskilêt bi enerjiya tavê dixebite

Yusuf Karakuşê Semsûrî bisiklêta xwe sêwirand.

Ev biskilêt bi enerjiya tavê dixebite

Li Semsûrê Yusuf Karakuşê xwendekarê pola 7em ji bo xwe bisiklêt çêkir. Bisiklêta cuda bi enerjiya rojê dixebite. Va ye dîmenên bisiklêtê…

Pedalên wê nîn in… Li pişt du tekerên wê hene.

Taybetiya vê bisiklêtê ew e ku bi enerjiya rojê dixebite. Enejiyê bi saya panêla li pêş xwe digre.

Li Semsûrê xwendekarê dibistana navîn Yusuf Karakuş 10 heb bisiklêtên kevn berhev kir.

Dû re ji bo bisiklêteke nû zend û bend badan.

Karakuş, aku û panêla rojê bi cî kir û bisiklêta xwe bi xwe sêwirand.

Yusuf Karakuş bi 150 lîreyî ev bisiklêt çêkir û têra dilê xwe diajo.

Dîroka nûkirinê: 06 Gulan 2019, 12:45
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE