Ewlehiya şifreyên dijîtal

Li Tirkiye û tevahiya dinyayê herî zêde şifreya ‘123456’ tê bikaranîn.

Ewlehiya şifreyên dijîtal

Şırketa şîfreyan NordPass’ê rapora xwe ya nû eşkere kir. Li gor raporê li dinyayê 103 milyon insan şifreya ‘123456’ê bi kar tîne. Ev şîfre di saniyeyekê de tên şikandin. Lê gelo ji bo şifreyeke ewle divê mirov çi bike? Nûçegihana me Emine kaplan ji Doç.Dr. Tunay kamer pirsî..

Şirketa şifreyan NordPassê rapora xwe ya nû eşkere kir.

Tevlî hemû îkazên pisporan li dinyayê şifreyên ku herî zêde tên bikaranîn şifreyen ‘123456’ û ‘sanane’ ne.

Li gor raporê nêzî 103 milyon insan şifreya ‘123456’ê bi kar tîne.

Hacker van şifreyan di saniyeyekê dişkînin.

Li gor raporê piraniya mirovan wek şifre markaya wesaîdên xwe, tîma futbolê û navên xwe bi kar tînin.

Şirketê di daxuyaniya xwe de got; Ev şifreyên lawaz gelekî bi risk in û ev şifre nîşan didin ku mirovan ev rîsk fêhm nekirine.

Lê gelo ji bo şifreyeke ewle divê were kirin? Doç Dr. Tunay Kamer anî ziman ku; divê em ji bo hemû platforman şifreyên heman bi kar neynin.

Profesor Kamer got, ‘’Dema em şifreyên xwe dîyar dikin divê em gelekî baldar bin. Pêşî divê em ji bo hemû platforman şifreyên cûda diyar bikin. helbet divê ev piçekî zahmet be, lewra herî kêm hemû kes nêzî 10 platforman bi kar tînin. Ji bo vê karin kombinasyona şifreyan ji xwe re dîyar bikin.’’

Profesor Kamer dûpat kir ku divê herî kêm ji bo şîfreyan 8 karakter werin bikaranîn.

Profesor Kamer wiha dewam kir: ‘’Ji bo şifreyan divê hêrî kem 8 karakter werin bikaranîn. Lewra şifreyên bi 6 karakteran û kêmtir di sanîyekekê de tên şikandin. Eger di şifreyan de harf, raqam û sembol werin bikaranîn şikandina wan şifreyan wê zahmetir be. Herwiha divê şifre her tim werin nûkirin. Divê di navbera 3-6 mehan de şifre her tim werin guhertin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE