Facebooka platforma medyaya civakî ya ku navenda wê Amerîka ye diyar kir ku hesabê hin kes û saziyan ên rastgirên serdestiya çermsipiyan diparêzin ên tundrew an jî antîsemîtîk bi hinceta "xeternakiyê" girtin.
Facebookê li ser biryara girtina hesabên gotinên nijadperest parve dikin û li dijî komên dînî û neteweyî rikdariyê dikin daxuyaniya nivîskî da.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Em li îdeolojiya wan mêze nakin kesên ku tundî û rikdariyê belav dikin û gel teşwîq dikin, her tim qedexe dikin. Pêvajoya nirxandina îxlalkarên potansiyel berfireh e û tiştê ku bi ev biryarê hat dayîn jî ev e."
Di nav hesabên ku Facebookê girtin da hesabê Alex Jonesê li Amerîkayê di radyo û înternetê da bernameyan amade dike jî heye, Milo Yiannopoulos û Laura Loomerê rastgirên tundrew ên Amerîkayê, Louîs Farakanê serokê tevgera reşikan a bi navê "Miletê Îslamê" jî hene.
Wekî mayîn rêxistinên mafên mirovan û çalakvan ji bo vê biryara Facebookê kêfxweş bûn.
AA