Facebook wê 10 hezar kesî îstihdam bike

Facebookê li welatên Yekîtiya Ewropayê wê 10 hezar kesî îstihdam bike...

Facebook wê 10 hezar kesî îstihdam bike

Facebookê daxuyand di nav 5 salên pêş me da ew ê li welatên Yekîtiya Ewropayê 10 hezar kesî îstihdam bike.

Li gor daxuyaniya malpera înternetê ya Facebookê, şirketê li welatên Ewropayê di bin banê sepana “Metaverse”yê ya ku înterneta nifşê nû ye 10 hezar kesî îstihdam bike.

Hat daxuyandin kesên di kar da wê bên bicihkirin wê feydeyê bidin pêşvaçûna înternetê û ev jî ji bo teknolojiya Ewropayê girîng e.

Facebook bi “Metaverse”yê va dixwaze ji bo însanên ne li heman cihê ne lê bi saya vê alemeke sanal ava bikin ku wek ku ew li cem hevdu ne bilîzîn û lêkolînê bikin.

Avaker û CEOyê Facebookê Mark Zuckerberg jî dema behsa vê sepanê dike dibêje ew ne wek sepaneke ku em bikaribin li ser telefonên xwe yên bêrikê lê temaşe bikin e, ew pergaleke înternetê ya ku em dikarin bikevin hundirê wê ye.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE