Fûara Zanistê ya TÜBİTAK 4006ê

Di fûarê de 40 projeyên cuda û balkêş tên nişandan.

Fûara Zanistê ya TÜBİTAK 4006ê

Li Midyada Mêrdînê Fûara Zanistê ya TÜBİTAK 4006ê hat lidarxistin. Nêzî 100 xwendekar bi 40 projeyên cuda û balkêş beşdarî fûarê dibin. Ev fûara zanistê wê hefteyekê dewam bike.

Xwendekar di fûara zanistê de hunerên xwe nîşan didin.

Li Midyada Mêrdînê bi piştgiriya TÜBİTAKê fûara zanistê hat vekirin.

Nêzî 100 xwendekar bi projeyên ku di warê biyolojî, fizîk, kîmya, matematik û kodnivîsê de amade kirine beşdarî fûarê dibin.

Xelk eleqeyeke mezin nîşanî Fûarê dide.

Mêvanên ku tên fûarê stand bi stand digerin û derheqê projeyan de ji xwendekaran agahiyan digirin.

Fûara Zanistê ya Midyadê wê hefteyekê dewam bike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE