Fosîla cêwrikê gur a 57 hezar salî ya li Kanadayê hat dîtin lêkolîneran şaş û metel hişt

Fosîla cêwrikê gur a 57 hezar salî ya li Kanadayê hat dîtin lêkolîneran şaş û metel hişt

Fosîla cêwrikê gur a 57 hezar salî ya ku li Yukona eyaleta Kanadayê kankerên di kana zêr da dixebitîn rast hatibûn lêkolîneran şaş û metel hişt.

Ekîba zanistê der barê fosila cêwrikê gur a ku sala 2016a li Yukonê hatibû dîtin da cara ewil agahî parve kir û ragihand ku ew fosîl yê cêwrikê gur ê cureyeke kêm tê dîtin e û awayek baş hatiye parastin.

Paleontolog Julie Meachen a sernivîskara lêkolîna ku di kovara zanistê ya bi navê Current Biologyê da hat weşandin ji bo fosîla 57 hezar salî di nivîsa xwe da got: "Ji nav gurên gewr ên ku heta îro hatine dîtin da yê herî baş hatiye parastin ev e. Bêkêmasî ye û wisa saxlem e ku postê wî jî heye. Heta hinavên wî jî hene. Ji heywanekî ku postê wî, çermê wî û heta hinavên wî hene agahiyan berhevkirin ji heywanekî ku bi tenê hestiyên wî hene berhevkirinê zêdetir e. Em ê ji wî van hemû agahiyan bikaribin berhev bikin û ev tiştekî gelekî balkêş e."

Hat gotin ku ev heywan di serdema cemedê da jiyaye û navê "Zhur" ê di zimanê Han a ku şêniyên herêma Yukonê bi kar tînin da tê meneya gur, li fosîlê kirin.

Ekîba lêkolînê di encama test û lêkolînên kirin da derxistin holê ku ev cêwrikê heft hefteyî di qulê da hişk bûye. Ekîba zanistê di encama lêkolîna xwe da diyar kir ku ew gur naşibe wan gurên ku îro li Amerîkaya Bakur dijîn.

Ekîba zanistê ragihandin ku xwarina dawîn a cewrikê gur xezal û yan jî bîzon nebû ewî masî xwaribû.

Cewrika gur a bi navê Zhur li Muzeya Beringiayê ya li Whitehorse ya paytextê Yukonê tê pêşkêşkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE