Fotografên fezayê digire

Ji bo fotografekê derdikeve çiyan, pişt re li ser kompîtirê bi rojan dixebite.

Fotografên fezayê digire

Akademîsyen Doktor Cihan Önen, ev 6 sal in ku li çiyayên Bitlisê fotografên fezayê dikşîne. Ew ji bo fotografekê 15 rojan li xwezayê dixebite. Pişt re jî bi qasî 15 rojan li ser qompitirê dıxebıte.

Akademîsyen Cihan Önen ji Zanîngeha Bitlis Erenê ye.

Ew ji zarokatiya xwe ve bi fezayê ve mijûl e. Ji bo ku fotografên fezayê bikşîne, bi qasî 3 salan çû kursan û perwerde bû.

Pişt re ji xwe re teleskop û makîneyek stend û dest bi girtina fotografên fezayê kir.

Ew ji bo girtina fotografan derdikeve çiyayên Bitlisê. Hin caran ji bo fotografekê 15 rojan li çiyayan dixebite.

Pişt re jî li ser qumpîtirê bi bernameyên taybet bi dehan rojan dixebite. Piştî xebateke bi zehmetî, fotografên nûwaze derdikevin holê.

Mamoste Önen di nav 6 salan de 50 fotograf amade kirine.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE