Fuara kodnivîsîn û sêwirandinê

Xwendekaran di fuara teknolojiyê de berhemên xwe pêşkêş kirin

Fuara kodnivîsîn û sêwirandinê

Projeya kodnivîsîn û sêwirandinê êdî tê sepandin. Li Şirnexê di dibistana navîn a Edîp Başerê de nêzîkî 240 xwendekar li ser înformatîk, kodnivîsîn û sêwirandinê hatin perwerdekirin. Berhemên ku çêkirin jî bi pêşaneyekê pêşkêş kirin.

Pergalên avê yên biaqil… Robotên sêalî…

Wesayîda îtfaiyeyê ya ku bi teknolojoya kizilötesî û bluetootha ultasonîk bi rê ve diçe…

Ev berhem di fuara kodnivîsîn û sêwirandinê ya Qilêbana navçeya Şirnexê de tên pêşkêşkirin…

Nêzîkî 240 xwendekarên dibistana navîn a Edîp Başerê, di laboratuarên înformatîk de hatin perwerdekirin.

Xwedenkaran piştî perwerde û çêkirina van amûran, niha jî fuarek li dar xist.

Di fuarê de gelek cihazên ku xwendekaran amade kiribûn, hatin pêşkeşkirin. Zarokan li ser standan projeyên xwe dan nasîn.

Dîroka nûkirinê: 18 Nîsan 2019, 17:44
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE