Gelo çend heb malperên înternetê hene?

www yanî web, di sala 1991an de ket jiyana me. Nêzî 30 sal e em înternetê bikartînin. Gelo niha çend heb malperên înternetê hene? Werin em him li vê hejmarê him jî li reqabeta navbera mobîl û sermaseyê binêrin.

Gelo çend heb malperên înternetê hene?

Malpera înternetê ya ewil nêzî 30 sal berê dest bi weşanê kir.ew gava girîng a ku jiyana me hemûyan guherand ji aliyê Zanyar Tim Berners-Lee ve hat avêtin.

 [Damezrînerê World Wide Web'ê Tim Berners-Lee. 23 Mart 1998. wêne: Getty]

Ew mucîdê www(World wide web/tora fireh a cîhanê) bû.

[Damezrînerê World Wide Web'ê Tim Berners-Lee. wêne: Getty]

Di sala 1989an de, li Navenda Lêkolîna Nûkleer a Ewropayê(CERN) ya li Swîçreyê di laboratûwarê de zimanê nîşankirinê yê HTMLê pêş ve bir û pergala parvekirina agahiyê ya WWW saz kir.

[wêne: Getty]

Di 6ê tebaxa 1991an de malpera înternetê ya ewil dest bi weşanê kir.World Wide Web(W3), malpera ewil a online bû ku wateya W3yan vedigot.

Ev hamleyek gelek girîng bû, bi milyaran insanan bikaranî û ragihandina agahiyê hêsan dikir ji ber vê ew gav wek şoreşekê bû.

[kompîtûra NeXT. Ev kompîtûr ji bo pêşvebirina www’yê ji aliyê zanyarê îngîlîz Tim Berners-Lee ve di dawiya sala 1980an û destpêka 1990'an de li CERN’ê hat emilandin. Wêne: Getty]

Di dawiya sala 1992an de li giştiya cîhanê 10 heb malper di weşanê de bûn.

Di sala 1993an de CERN, ew tor ji tev cîhanê re vekir.

[Navenda Lêkolîna Nûkleer a Ewropayê(CERN) ya nêzî Cenevreyê. Wêne: Getty]

Wateya wê ev bû; yê ku bixwaz e dikare ji xwe re malperekê saz bike.

Heta sala 1994an nêzî 3 hezar malper hebûn.

Yek jî ji van malperan Yahoo bû ku ji aliyê xwendekarên Zanîngeha Stanfordê Jerry Yang û David Filo ve hatibû sazkirin.

Yahoo’ya ku wek ‘rêbera tora li tevahî cîhanê ya Jerry û David’ hat binavkirin,ji bo têketina malperan û tasnîfkirina sîteyan wek tekane malpera webê xebitî.Ji bo nûçe,aborî,e-posta û motora lêgerînê xizmet da bikarîneran. Sala 2013an de Tumblr kirî û ket sektora medyaya civakî. Lê ev platform Tebaxa derbasbûyî firot.

Yahoo! Di salên 90an de di qada înternetê de rêza pêşî temsîl dikir, lê di salên 2000an de ew popûlarîteya wê kêm bû.

[Wêne: Getty]

Dahata Yahooyê

- 2016: 5,17 milyar dolar

- Dahata lêgerînê ya Yahoo’yê

- 2016: 2,67 milyar dolar

- Dahata reklamê ya Yahoo’yê

- 2016: 4,65 milyar dolar

Piştî Yahoo’yê Google ya ku navenda wê Calîfornîa ye derket holê . Di wê demê de nêzî 2 milyon malperên înternetê hebûn.

Di sala 2018an de Google li DYAyê di nav malperên ku herî zede hatin ziyaretkirin de di rêza pêşî de cihê xwe girt.

[Wêne: Getty]

Dahata Google’yê

2018: 136 milyar dolar

- Ji 2018an vir ve hejmara xebatkarên wê: 98 bin 771

(Di sala 2015an de Google û saziyên ku wê kirîne girêdan holdînga Alphabetê.Li gorî Alphabet’ê ji nû ve sazîkirina Google’yê 2 Cotmeh 2015an de qediya)

Îro jî bi lezek zêdetir hejmara malperên înternetê zede dibin, niha nêzî 2 milyar malperên îneternetê hene. Li gorî salan ew hejmar wiha diguhere;

Dîroka nûkirinê: 31 Cotmeh 2019, 16:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE