Googleê ji bo 8ê Adarê Roja Jinan a Dinyayê "doodle" amade kir.
Bikarhênerên înternetê gava rûpela sereke ya Googleê vedikin, rastî anîmasyoneke taybet a ji bo jinan hatiye amadekirin tên.
Dema lînka "Em Roja Jinan a Dinyayê pîroz dikin" bê tikandin jî peyama "Her ya ewil ji bo yên li dû tên deriyê vedike" derdikeve pêşberî merivan. Li vir der barê jinên ku li dinyayê cara ewil tişt kirine û bi ser ketine da agahî tên dayîn.
Armanca sepanên Doodleê ew e ku balê bikişîne ser kesayetiyên dîrokî, bûyerên çandî, betlane û rojên taybet ên girîng ên welatên dinyayê. Bikarhênerên înternetê logoya ku bi awayekî taybet hatiye sêwirandin, ditikînin û der heqê mijarê de bêtir agahdar dibin.
AA