Google, dê 965 milyon ewro weke cezayê bacê bide Fransayê.
Li gorî nûçeya France Infoya weşangera kamuyê, Google bi mebesta çareserkirina pirsgirêkên derbarê bacê ku ev çend sale berdewam in, bi Fransayê re li hev kiriye û dê 965 milyon ewro bide.
Hat îfadekirin ku 500 milyon ewro ji wî miqdarî ji bo lêpirsîna qaçaxçîtiya bacê ye ku ji 2015an ve berdewam e. Dê ew jî li gorî çarçoveya lihevkirina digel dozgeriya darayî ya Parîsê bê dayîn.