Japonyayê moşeka H2A ya ku tê da 2 peykên ragihandinê yên ku bi saya wan ragihandin bileztir çêbibe şand fezayê.
Moşeka H2A ji hêla Ajansa Esman û Fezayê ya Japonyayê (JAXA) û Pîşesaziya Giran a Mîtsubîshiyê va hat çêkirin.
Moşek ji Navenda Fezayê ya Tanegaşimayê ya li başûrê rojavayê Kagoşimayê hat şandin.
Pişrî 30 deqîqeyan peykên di hundirê vê moşekê da ji wê derketin û çûn.
Ev peykên li gor yên berê 9 qat zêdetir dikarin bixebitin wê agahî û wêneyan bi leztir bişînin.
Serokwezîr Suga Yoşîhîde der barê mijarê da wiha got: "Emê peykan ji bo ewlehiya me ya neteweyî û xurtkirina îradeya me ya qeyranê bi kar bînin."
JAXAyê daxuyand ev peyk wê bileztir, dirêjtir û rehettir bixebitin.
AA