‘’Ji Bo Îklimê Zanist Li Dibistanê Ye’’

58 xwendekaran projeyên cûr bi cûr çêkirin.

‘’Ji Bo Îklimê Zanist Li Dibistanê Ye’’

Balyozxaneya Elmanyayê ev demeke dirêj e li dibistanên gundan hin projeyan bi rê ve dibe. Yek ji wan projeyan jî li gundê Aşiqana Diyarbekirê bû. Xwendekar bi saya projeya "ji bo îklimê zanist li mektebê ye" hay ji enerjî û paqijiya derdorê bûn.

Balyozxaneya Elmanyayê di çarçoveya projeya "Ji bo Îklîmê Zanist li Mektebê ye" li dibistanên gundan perwerdeyê dide xwendekaran. Yek ji wan dibistanan jî dibistana navîn a Guleçobaya gundê Aşiqana Diyarbekirê ye.

Ji bermayiyan gelek proje hatin çêkirin. Di nav projeyan de projeyên weke teserrûfa enerjiyê û bidestxistina agahî û enerjiyê derketin pêş.

58 xwendekarên dibistana Guleçobayê bi sepan û ceribînên cûr bi cûr amûrên cuda çêkirin.

Mamosteya Berpirsa Projeyê Yağmur Asiltürk got, "Di vê projeyê de bi taybetî naweriya xwendekarên bi wan hat û gelek sepan ceribandin. Hem dîtin hem çêkirin. Bi taybetî jî ji bo xwendekarên dibistanên gundan xwe bi pêş bixin, me ev bername li dar xist".

Bi projeyan hat xwestin xwendekar jêhatî bibin û mucîdên siberojê bên perwerdekirin.

Xwendekar herî zêde bi peydakirina enerjiyê re eleqedar bûn û bi biskilête ceyran bidestxistin.

Xwendekar bi bernameyê pir kêfxweş bûn û xwestin her sal bê lidarxistin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE