ji bo mamosteyan kursa zanîstên fezayê dest pê kir

Li Diyarbekirê li dibistanên herêmê dê atolyeyên astronomiyê werin vekirin...

ji bo mamosteyan kursa zanîstên fezayê dest pê kir

TUBÎTAKÊ li Diyarbekirê ji bo mamosteyan kursa zanîstên fezayê vekir. Piştî perwerdeyê wê li dibistanên herêmê atolyeyên astronomıyê werin vekirin.

Dîroka fezayê ji bo mirovahiyê 59 sal berê dest pê kir û her ku diçe bala mirovahiyê diçe ser astronomiyê.

Dewletên wek Amerîka, Çîn û Rûsya ji bo xwe bigihînin fezayê gelek xebat kirin û hêj xebatên xwe didomînin.

Tirkiye jî van salên dawî di warê astronomî û fezayê da gevên girîng diavêje.

Bi piştgiriya TÛBÎTAK’ê li Diyarbekirê cara yekem projeya ‘Di şibaka min de dinya heye’ hat lidar xisitin.

Li 23 bajarên herêmê 35 mamoste beşdarî kursa astronomî û fezayê bûn.

Mamoste hem di warê zanîstê da tên perwerdekirin û hem jî, bi dûrbînê li ser roj, stêrk û heyvê çavdêrî dikin.

Kursa fezayê wê 7 roj dewam bike û piştî perwerdeyê wê li dibstanan atolyeyên zanîstên fezayê werên vekirin.

Di dîroka Îslamê da jî zanîsta astronomiyê taybet bû. Di medreseyên herêmê da dersên astronomiyê hebûn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE