Ji bo turîzma fezayê serîlêdana zêde

Şîrketa Virgin Galactic eşkere kir ku ji bo rêwîtiya fezayê qedera 8 hezar rezervasyon wergirt û herwiha ragihand ku ew ê dîsa bilêtan derxin ber firotanê

Ji bo turîzma fezayê serîlêdana zêde

Şîrketa turîzma fezayê Virgin Galactic eşkere kir ku ji firîna ceribandinê ya serkeftî û heta niha ji bo rêwîtiya fezayê qedera 8 hezar rezervasyon wergirt û herwiha ragihand ku ew ê dîsa bilêtan derxin ber firotanê.

Di daxuyaniya şîrketa Îngiliz Virgin Galactic da hat ragihandin ku ji îro şûnda jinûva qeydên rêwîtiya fezayê dê bên wergirtin. Hat destnîşankirin ku yên dixwazin dikarin ji ser înternetê bi beramberî 1000 hezar dolarî rezervasyonê bikin.

Herwiha hat diyarkirin ku tê pêşbînîkirin rêwîtiya fezayê ya turîstîk dê bi qasî du saetan dewam bike û her qoltixek jî dê bi 250 hezar dolarî bên firotan.

Di daxuyaniyê da Midûrê Bazirganiyê yê Virgin Galacticê Stephen Attenborough ku cih dan nêrînên wî, diyar kir ku zêdebûna telebê ji bo wan handan e û wiha got, "Wesayîta bi navê 'Keştiya Fezayê 2' ji bo amadekariyên firînê bo baregeha agirkirina ber bi fezayê ya li New Mexicoyê hat veguhestin. Herwiha xebatên çêkirina 2 wesayîtên din jî bênavber berdewam in."

Şîrketê berfanbara 2018an ragihandibû ku bo fezayê firîneke ceribandinê ya serkeftî ku di atmosferê da derket 82 kîlomêtro bilindahiyê, hat kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE