Ji çopê wê ceyran were peydakirin

Şaredariya Ağrıyê wê salê bi qasî hewcedariya zêdetirî 10 hezar malî ceyranê hilberîne

Ji çopê wê ceyran were peydakirin

Bi piştgiriya Şaredariya Ağrıyê, li devera Qûbqirana Xwarê, tesîseke çopê hate avakirin. Tesîs wê him beşeke pirsgirêka çopa bajêr safî bike, him jî wê salê bi qasî hewcedariya 10 hezar û 400 malî ceyranê peyda bike.

Li gelek bajarên Türkiyeyê pirsgirêka çopan û tiştên bermayî heye.

Li Ağrıyê jî ev pirsgirêka çopan heye.

Şaredariya Ağrıyê ji bo çareserkirina beşeke pirsgirêkê, xebatek da destpêkirin.

Di xebatê de bi piştigiriya Şaredariyê li devera Qûbqirana Xwarê, tesîseke çopan hate avakirin.

Şaredarê Ağrıyê Savcı Sayan dibêje di tesîsê de wê salê bi qasî hewcedariya 10 hezar û 400 malî ceyran were peydakirin.

Li gorî planan, wê tesîs di meha bê de dest bi peydakirina ceyranê bike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE