Ji Facebookê ra milyonek û 600 hezar lire ceza

Facebookê ji ber îxlalkirina daneyan milyonek û 600 hezar lire cezaya îdarî hilda

Ji Facebookê ra milyonek û 600 hezar lire ceza

Saziya Parastina Daneyên Şexsî ji ber îxlalkirina daneyan milyonek û 600 hezar lire cezaya îdarî da Facebookê.

Li gor daxuyaniya saziyê nûnerê Facebookê di 14ê Cotmeha 2018an da maîlek şand saziyê û der barê îxlalkirina pergala Facebookê ya bi navê "ji çavê kesekî din bibîne" da agahî da. Nûner got ewê hefteyek paşê bi nivîskî agahiyê bişîne saziyê, lê paşê tu agahî neşand. Li ser vê der barê mijarê da lêkolîn hat destpêkirin.

Hat gotin Saziya Parastina Daneyên Şexsî lêkolîn kiriye û hatiye tespîtkirin îxlalkirina daneyan ji ber 3 pergalên Facebookê yên "ji çavê kesekî din bibîne", "pîrozkirina rojbûnê" û barkirina vîdeoyê" çêbûne.

Saziyê got agahiyên hin kesên Facebookê bi kar tînin ji ber nav, paşnav, rojbûn, perwerde, dîn, welat, lêgerînên dawîn ên di Facebookê da ji îxlalkirina daneyan tesîr dîtine.

Hat gotin 280 hezar û 959 hezar kesên Facebookê bi zimanê Tirkî bi kar tînin jî tesîr dîtine.

Saziyê ji ber îxlalkirina daneyan milyonek û 600 hezar lire cezaya îdarî da Facebookê.

Demek berê jî saziyê dîsa ji ber sedema îxlalkirina daneyan milyonek û 650 hezar lire cezaya îdarî dabû Facebookê.

AA

Dîroka nûkirinê: 04 Cotmeh 2019, 09:10
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE