Li Serêkaniya Rihayê xwendekarên Lîseya Pîşeyê perçe û komputerên kevin kom dikin û ji perçeyan komputer çêdikin. Xwendekarên jêhatî komputerên ku çê dikin jî bêheq didin hevalên xwe yên xwendekar.
Ji sazî, şîrket û kesan perçe û komputerên kevin kom dikin.Tînin lîseya xwe û tamîr dikin.
Cihazên ku êdî bi kêr nayên bi xîret û xebatên xwe dîsa wekî roja ewil dişixulin.
Xwendekarên Lîseya Pîşe û Teknîkî bi piştgiriya mamosteyên xwe komputerên ku çêdikin jî bêheq û pere dişînin xwendekarên gundan.
Xwendekarên jêhatî bi vê pratîkê him baştir hînî pîşeya xwe didin him ji bo xwendekarên ku derfata wan nîne jî dibin alîkar.