Ji pirêzeyan malzemeyê îzolasyonê çêkirin

Bi projeya xwendekaran pirêze wê ji bo îzolasyonê bên bikaranîn.

Bi projeya xwendekaran pirêze wê ji bo îzolasyonê bên bikaranîn.Li Mêrdînê xwendekarên Lîseya Fenê ji bo pêşiya şewitandina pirêzeyan bigirin projeyeke nû çêkirin. Li gorî projeyê wê ji pirêzeyan alavên îzolasyonê bên çêkirin wek straforan bên bikaranîn.

Her sal beriya payîzê cotkar pirêzeyên xwe dişewitînin. Ji ber vê bereketa axê nivî nivî kêm dibe. Wekî din gelek ajal jî dimirin.

Xwendekarên lîseya fenê ya Mardinê ji bo pirêze neyên şewitandin projeyeke nû çêkirin.

Li gorî vê projeyê jî ji pirêzeyan wê alavên îzolasyonê bên çêkirin.

Xwendekaran ji pirêzeyan qutiyek çêkir û dîtin ku hewaya hundir stabîl dimîne.

Xwendekar dixwazin bala cotkaran bikişînin ser vê projeyê û şewitandina pirêzeyan kêm bibe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE