Jupîter û Saturn dê di 21ê kanûna pêşîn da li asîmanê wekî "yek stêrk" biçûrisin

Jupîter û Saturn dê dawiya mehê bi pevgihana ku wekî "pevgihana mezin" tê zanîn li asîmanê wekî "yek strêk" biteyisin.

Jupîter û Saturn dê di 21ê kanûna pêşîn da li asîmanê wekî "yek stêrk" biçûrisin

Li gor nûçeya LiveSciensê nêzbûna herdu gerstêrkên mezin a ku 20 sal carekî çêdibe dê şeva 21ê kanûna pêşîn çêbe.

Hat gotin ku Jupîter û Saturn di "pevgihana mezin" a îsal da dê bi awayekî awarte nêzî hev bin, ev yek herî dawîn di 16ê tîrmeha 1623yan da qewimîbû.

Astronom Michel Brownê li Awistralyayê di Zanîngeha Monashê da peywirdar e di daxuyaniya ku da Washîngton Postê da got ku Jupîter gera xwe ya li dora Rojê 12, Saturn jî biqasî 30 salî da temam dike, herdu gerstêrk gera xwe li rêgehên xwedî xariyeke cuda ne da dikin, ji ber vê kêm caran tê dîtin ku evqas nêzî hev bûne.

Brown diyar kir ku "pevgihana mezin" a di sala 1623yan da ji ber ku gerstêrk gelekî nêzî Rojê bûbûn mimkûn nebû ku ji Dinyayê bê temaşekirin, herdu gerstêrk "vê dîmena gelekî semîmî ya mirov dikare temaşe bike" di adara sala 1226an da daye.

Ajansa Feza û Hewageriyê ya Amerîkayê (NASA) eşkere kir ku di 21ê kanûna pêşîn ku dê li Nîvqada Bakur roja herî kurt be pevgihana herdu stêrkan bikarin bi serê çavan bibînin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE