Kifşa mezin a dergevanekî

Mahmut Çelik mircanên behrê yên 50 milyon salî dîtin.

Kifşa mezin a dergevanekî

Li navenda Mêrdînê, Mahmut Çelikê ku dergevanê apartmanekê ye, ji ber meraqa xwe li ser mircanên behrê dixebite. Mehmûd di xebata xwe ya dawî ya li nêzî Zanîngeha Artukluyê de zêdetirî 100 mircan dîtin. Hat eşkerekirin ku ew mircan 50 milyon salî ne.

Mehmûd Çelik li navenda Mêrdînê ji xwe re li ber apartmanekê dergevaniyê dike.

Lê ew wek hobî ji xwe re li fosîlan digere.

Mehmût herî dawî li nêzî Zanîngeha Artûklûyê dest bi xebatekê kir.

Di xebata xwe de zêdetirî 100 mircanên behrê dîtin.

Li gorî tespîtan fosîlên mircanan 50 milyon salî ne û êdî bûne wekî kevir.

Her wiha di mala Mehmûd de bi sedan fosîl û kevirên taybet jî hene.

Lêkolînerê ciwan dixwaze ku pispor bên mala wî û li ser van fosîl û keviran bixebitin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE