Kîmyagerên xelatgirtî bûn rûmeta Wanê

Komeleya Kimyageran her sal li tevahiya welêt pêşbirka projeyan li dar dixe û xwendekarên doktorayê yên Beşa Kîmyayê ya Fakulteya Fenê ya Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê beşdarî pêşbirkê bûn û di şaxa kîmyaya anorganîk da du salan ser hev bûn yekemîn

Kîmyagerên xelatgirtî bûn rûmeta Wanê

Komeleya Kimyageran her sal li tevahiya welêt pêşbirka projeyan li dar dixe û xwendekarên doktorayê yên Beşa Kîmyayê ya Fakulteya Fenê ya Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê beşdarî pêşbirkê bûn û di şaxa kîmyaya anorganîk da du salan ser hev bûn yekemîn.

Mehmet Yurderî û Ahmet Bulutê ku di Beşa Kîmyayê ya Fakulteya Fenê da doktorayê dikin, beşdarî pêşbirka ku komeleyê li dar xist bûn û di şaxa kîmyaya anorganîk da "Xelata Teşwîqa Lêkolînê" hildan û him bûn rûmeta zanîngehê him jî bûn rûmeta Wanê.

Yurderî û Bulut xwendekarên Prof. Dr. Mehmet Zahmakiranê Endamê Hîndekariyê yê Beşa Kîmyayê ya Fakulteya Fenê ne û Zahmakiran jî par Xelata Teşwîqa Zanistê ya TUBÎTAKê hildabû.

Ahmet Bulutê ku ji Mîdyada navçeya Mêrdînê hatiye Wanê û doktorayê dike, got ku wî di jiyana xwe ya perwerdeyê da pir tengasî kişandin.

Bulut diyar kir ku ji ber bûyerên terorê wan mecbûrî gundê xwe vala kir, paşê bi "Projeya Vegera Gund" ew cardin vegeriyan gundê xwe û wiha dewam kir:

"Di vê pêvajoyê da min li herêmê di dibistana leylî da xwend. Ji ber tengasiyên madî û birayên min ên mezin nexwendin. Min di pêşbirka 'Xelatên Teşwîqa Lêkolînê' ya Komeleya Kîmyageran da di şaxa kîmyaya anorganîk da xelat hilda û ez pir kelecanî bûm. Ez ji hevalên xwe yên xwendekar ra pêşniyaz dikim ku ziman hîn bibin. Heke meriv bixebite, meriv serkeftî dibe. Divê nebûna derfetan ji meriv ra nebe behane. Di jiyana gelek kesên ku serkeftî bûne da derfet tunebûne."

Mehmet Yurderiyê Batmanî jî par xelat hildaye.

AA

Dîroka nûkirinê: 30 Cotmeh 2019, 17:17
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE