Kuliyên nû hatin kifşkirin

Kuliyên nû hatin kifşkirin

Li Colemêrgê di xebatên 3 salan de heta niha 24 cûreyên nû yên kuliyan hatin kifşkirin. Kuliyên endemîk di çarçoveya projeya tespîtê de hatin qeydkirın.

Colemêrg bi erd û xwezaya xwe gelek cûreyên heywanan jî dihewîne.

Cûreyên endemîk û dewlemendiya biyolîjîk bi projeya Orthoptera Faunayê tên qeydkirin.

Herî dawî jî Zanîngeha Colemêrgê 24 cûreyên endemîk ên kuliyan qeyd kirin.

Kuliyên ku wek Hespê Bûkê jî tên zanîn bi navên cuda hatin qeydkirin.

Li herêmê bi temamî 69 cûre kulî hatine dîtin. Ji wan 24 cûre ev cara ewil e tên qeydkirin.

Gotara li ser cûreyên nû di kovara Zootaxê ya zanistî de hat weşandin.

Hîndekarên zanîngeha Colemêrgê dixwazin cûreyên ajalên din jî qeyd bikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE