Li Afrîkayê cara ewil fabrîqeya telefonên biaqil hat vekirin

Li Ruandayê cara ewil fabrîqeyeke telefonên biaqil hat vekirin...

Li Afrîkayê cara ewil fabrîqeya telefonên biaqil hat vekirin

Li Ruandaya welatê Afrîkayê cara ewil fabrîqeyeke telefonan ya biaqil hat vekirin.

Fabrîqa duh li Kîgaliya paytexta Ruandayê duh hat vekirin. "Mara"ya telofonên ku wê li fabrîqeyê werin çêkirin wê li gor Androîda pergala xebitandinê be.

Di fabrîqeyê da qasî 200 kes wê bixebitin. Telefonên tên çêkirin wê di navbera 129 û 189 dolarî bên firotin.

Serokê Dewleta Ruandayê Paul Kagame daxuyanî da û got ku kesên dixwazin van telefonan dikarin heta 24 mehan bi deyn bikirin û wiha axivî: "Telefonên biaqil êdî luks nînin. Di jiyana me ya rojane de êdî wekî hewcederiyeke girîng tê qebûl kirin."

- "Ne montaj e"

Ji rêvebirên Marayê Ashîsh Thakkar jî got ku telefonên tên çêkirin montaj nînin û wiha axivî: "Em ê li vir orîjînala wê çêbikin. Ev demekê xewn bû, êdî ji bo Ruanda û Afrîkayê ev xewn bû rastî."

Li gor daneyên sala 2019an ji sedî 52yê gelê Ruandayê înternetê bikartîne.

AA

Dîroka nûkirinê: 08 Cotmeh 2019, 16:47
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE