Li Girê Mirazan panela metaverse’yê

Mêvanan li ser geşedanên fezayê xeber da.

Li Girê Mirazan panela metaverse’yê

Ofîsa Dijîtal a Serokkomariyê, Wezareta Çandinî û Daristanan û Walîtiya Rihayê, bi hevkariyê panela metaverseyê li dar xist. Mêvanan li Girê Mirazan li ser geşedanên fezayê axivîn.

Komeleya Polîtikayên Aqlê Teknolojîk, bi hevkariya Ofîsa Dijîtal a Serokkomariyê, Wezareta Çandinî Û Daristanan Û Walîtiya Rihayê, li Girê Mirazan ê Rihayê, li ser METAVERSEyê panelek organîze kir.

Waliyê Rihayê Salih Ayhan, Endamê Birêvebirina TRTyê Doç. Dr. Oğuz Göksu û Serokê Ofîsa Dijîtal a Serokkomariyê Dr. Ali Taha Koç bşdarî panelê bû.

Dr. Ali Taha Koç Serokê Ofîsa Dîjîtal a Serokkomariyê got, ‘’Me îro li ser teknolojiyê xeber da. Li ser metaverseyê da û stend. Türkiye êdî teknolojiyê hildiberîne. Di fezayê de jî giringiya türkiyê her ku diçe zêdetir dibe.’’

Serokê Komeleya Tekonolojiyên Aqlê Tekonolojîk Zafer Küçğükşabanoğlu jî got em kêfxweş in ku hatine Girê Mirazan.

Serokê Komeleya Aqlê Tekonoljîk Zafer Küçükşabanoğlu got, ‘’Em ê li 81 bajaran li ser tekonolojiyên metaverseyê civînan bikin. me li xirabreşkê dest bi van civînan kir. ji ber ku dîrokê li vir dest pê kiriye, me got ji bo destpêkê cihekî giring e.

Piştî axaftinan plaket hat dayîn beşdaran û panel qediya.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE