Li Hîvê av hat dîtin

Daîreya Hewagerî û Fezayê ya Neteweyî ya Amerîkayê (NASA) eşkere kir ku wan ji bo cara ewil li ser rûyê Hîvê yê ku tavê lê dixe av dît.

Li Hîvê av hat dîtin

Di daxuyaniya nivîskî ya Daîreya Hewagerî û Fezayê ya Neteweyî ya Amerîkayê (NASA) da wiha hat gotin, "Çavdêrxaneya Stratosferê ya Astronomiyê li rûyê Hîvê yê ku tav lê dixe bo cara ewil hebûna avê piştrast kir. Ev keşf wê yekê nîşan dide dibe ku av belayî rûyê Hîvê bûbe û ne bi tenê ku bi ciyên sar û sih sînordar be."

Xebatkarên Navenda Firîna Fezayê ya Goddardê ku navenda wê li Marylandê ye, piştrast kir ku li ser rûyê Hîvê şûna hidroksilê (OH) cemeda avê (H2O) heye. Ekîbê ji bo ku şopeke spektral a ku ya avê ye tesbît bike û ji atmosferê dîmeneke zelaltir bi dest bixe, keşfa xwe bi teleskoba SOFIAyê ku bi balafirekê va girêdane, kirin.

Profesorê Astrofîzîkê yê Zanîngeha Coloradoyê Paul Hayne û ekîba wî li gorî encamên ku ji pîvanên germê û dîmenên kameraya peykeke NASAyê hatin bidestxistin, eşkere kirin ku kutleyên cemedan qedera 40 hezar kîlometrekare an jî kêm zêde bi qasî ji sedî 0.1ê bereya rûyê hîvê ne.

Hayne wiha got, "Em ji van hewzên cemedê ku heta niha nehatine keşfkirin, bi milyaran dibînin. Ev yek wê firsendê dide ku mirov dikare cemedê hêsantir derxe."

NASA plana wê yekê dike ku di çarçoveya bernameya "Artemisê" da sala 2024an astronotekî mêr û yeke jin bişîne Hîvê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE