Li kampusa zanîngehê, "Saeteke Rojê ya bi peykerê Cezerî" tê nimayişkirin

Li kampusa zanîngehê, "Saeteke Rojê ya bi peykerê Cezerî" tê nimayişkirin

Hîndekarê Beşa Hunerên Xweşik a Fakulteya Perwerdeyê ya Zanîngeha Firatê Ruçhan Keçeci, bi mebesta vejandina navê Cezerî yê ku beriya bi 800 salî temelên sereke ji bo sîbernetîkê avêt û robot çêkir û xebitand, saeteke rojê çêkir ku ji perçeyên qumaş û xurdeyên metalan, peyker li ser e.


Keçeci bandor ji saeta rojê ya Cezerî ya ku parçeyek metal danîbû ser sitûnekê û çêkiribû, girt. Ji bo projeya xwe jî mermerek bikaranî ku 50 santîmetro bilind, li ser 4 metroçarçik e.

Saeta rojê ji parçeyên mekîneyan û otomobîlên xurde digel hinek qumaş pêk tê, bi qasî 2,5 metro dirêj peykerê Cezerî li ser cih digire û li qada nêzîkî Fakulteya Zanistên Mirovî û Civakî ya Zanîngeha Firatê tê nimayişkirin.


- "Bila ciwanên me zanyarên me yên wisa giring ji xwe re mînak bigirin"

Keçecî ji nûçegihanê AAyê re ragihand ku xebat û projeyên beriya bi 800 salî yên Îsmaîl Ebû Îz bîn Rezzaz El Cezerî ku weke yekem endazyarê sîstemê yê di dîrokê de, bavê sîbernetîk û robotîkê tê naskirin, îro ji bo cîhana zanistê çavkaniya îlhamê ne.

Keçecî anî ziman ku hinek derdorên zanistê wê yekê qebul dikin ku Leonardo Da Vinci jî di gelek xebatên xwe de bandor ji Cezerî girtiye û wisa behsa pêvajoya projeya xwe ya saeta rojê kir:

"Ez dixwazim ciwanên me, zanyar û endazyarên me yên di dîrokê de weke Cezerî naskirî, ji xwe re bikin mînak. Cezerî gelek berhemên mekanîk û robotîk çêkirine. Digel van gelek kitêb jî nivîsîne. Me jî xwe gihand van çavkaniyan û me li berhemên wî nerî. Ez gelekî dixwazim ku ciwanên me van berheman nas bikin, bixwînin û ji wan re bibin çavkaniyên îlhamê."

Keçecî destnîşan kir ku di wê platforma ku peyker li serê daniye de, hinek qenal çêkirine, ev qenal mehane lokasyonê diguherînin, ji bo di 12 mehên salê de saetê rast nîşan bide û got, "Payeya di bin fîgurê de xwedî pêkhateyeke mekanîk e bi tevger e."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE