Li Midyadê pêşaneya ji materyalên veguherînê

Xwendekar bi bermayiyan bala mirovan dikşînin ser parastina xwezayê.

Li Midyadê pêşaneya ji materyalên veguherînê

Materyal û eşyayên ku careke din nayên bikaranîn zirareke mezin û mayînde didin xwazayê. Xwendekarên Midyadî jî ji bo bala mirovan bikşînin ser veguherînê pêşaneyek li dar xistin.

Gersitêrk, çêbûna zinaran, modelên pir û serayan…

Di vê pêşaneyê de çi were hişê we maketên wan hene…

Lê ev pêşane ji yên din cuda ye, hemû berhem ji bermayiyan hatine çêkirin.

Xwendekarên Midyadî ji bo balê bikşînin ser veguherînê ji bermayiyan modelên cografîk çêkirin.

Tevî mamosteyên xwe, bang li rayedar û welatiyan kirin.

Ji gersitêrkan heya cih û warên turîstîk, gelek berhem çêkirin û nîşan dan.

Xwendekar dixwazin ku bala mirovan bikşînin ser veguherînê û parastina xwezayê.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE