Li Midyada Mêrdînê jinên kursiyer di çarçoveya sifir bermayiyê de berhemên cuda çêkirin. Ji bo wan berheman pêşangehek hat vekirin. Gelek rayedar jî beşdarî pêşangehê bûn.
Li Midyada Mêrdînê Navenda Perwerdeya Gel, ÇATOM Û ADEMê projeyeke hevpar li dar xist.
Di projeyê de jinên kursiyer ji bermayiyan berhem çêkirin.
Piştre ew berhem di pêşangeheke hevpar de nîşan dan.
Pêşangeh bi govend û lîstikan dest pê kir û gelek rayedar jî beşdarî vekirinê bûn.
Eleqeya xelkê Midyadê ya ji bo pêşangehê zêde bû.
Projeya Sifir Bermayiyê ji aliyê hevjîna serok Erdoğan, Emine Erdoğan hatibû destpêkirin.
Ji wê demê heta niha ji bo jiyaneke bê bermayî proje tên lidarxistin û teserrûf tê kirin.