Li NASA'yê dê Tirkiyeyê temsîl bikin

Projeya tîma xwendekarên Diyarbekirî li Texasê mafê fînalê bi dest xist.

Li NASA'yê dê Tirkiyeyê temsîl bikin

Li Diyarbekirê ji xwendekarên lîseya fen û teknolojiyê tîmeke pênc kesî ji bo heywanên ku dikevin qapûtên wesayîtan projeyek amade kirin. Ev proje ket nav pênc projeyên serkeftî û mafê beşdariya fînala pêşbaziya NASAyê bi dest xist.

Li Diyarbekirê pênc xwendekarên Lîseya Fen û Teknolojiyê di kategoriya Jîngeh û Enerjiyê de derbarê heywanan de projeyek amade kirin.

Proje derbarê parastina heywanên li kuçeyan e ku di sermayê de dikevin qapût û nav wesaîtan. Sîstem bi alarmê ajokar hişyar dike û heywanan ji wesaîtê dûr dixe.

Ji Tirkiyeyê yekane projeya ku mafê beşdariya fînalê bi dest xistiye û li cîhanê jî ketiye nav 5 projeyên serkeftî ev e. Fînala pêşbaziya NASAyê li Navenda Fezayê ya li Teksasê wê di meha Nîsanê de bê lidarxistin.

Xwendekar ji bo projeya wan ma fînalê û dê li Nasayê Tirkiyeyê temsîl bikin gelek dilşad in.

Proje û xebatên tîma xwendekarên serkeftî wê li Diyarbekirê bidome.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE