Li Şanliurfayê "Civîna Urfa 4.0"

Li Şanliurfayê "Civîna Urfa 4.0" ya çandinî, turîzm, tekstîl û teknolojiyê digîhîne hev dest pê kir

Li Şanliurfayê "Civîna Urfa 4.0"

 "Civîna Urfa 4.0" ya ji bo çandinî, turîzm, tekstîl û teknolojiya Şanliurfayê pêşva here, îstihdam zêde bibe û li ser van mijaran bê axaftin hat lidarxistin dest pê kir.

Alîkarê Wezîrê Xezîne û Darayiyê Mahmut Gurcan li civîna ku li otelekê hat lidarxistin da got ev civîn bi destê wezaretê ji bo feydeyê bide vîzyona Tirkiyeyê çêbû.

Gurcan got ew zanin ku Şanliurfa ji hêla çandinî, turîzm û tekstîlê va dewlemen de, lê êdî li dinyayê teknolojî jî gelekî pêşva diçe û ew dixwazin bi derfetên vê teknolojiyê di van qadan da bi kar bînin.

Gurcan anî ziman di vê civînê da ji bo ku ev teknolojî di qadên çandinî, turîzm û tekstîlê da baş bikaribe bê bikaranîn ewê li ser mijarê biaxivin û wiha dewam kir: "Armanca Modela Aboriyê ya Tirkiyeyê ew e ku veberhênan, hilberîn, îxracat û îstihdam pêşva here. Ji bo vê modelê em girîngiyê didin polîtîkayên piştgiriyê bidin van xebatan jî. Wealtê me xwedî derfetên jeo-stratejîk e ku em dixwazin ji wan derfetan feydeyê bibînin û îxracatê pêşva bibin ku pirsgirêka kêmdayîna carî bê çareserkirin, dahata kêm zêde bibe û di qada kurewî da em derkevin rêza serî."

Gurcan got bi vê modela aboriyê va hilberîn wê zêde bibe, dahata civakê jî li gel vê wê wisa zêdetir bibe û pêşvaçûnek wê pêk bê.

80 ciwanên Şanliurfayî tên îstixdamkirin

Midûrê Giştî yê Teknolojiyên Agahiyan a Wezareta Xezîne û Darayiyê û Serokê Komîteya Lidarxistinê ya Lûtkeya Urfa 4.0ê Dr. Cebraîl Taşkin jî daxuyand, ew dixwazin sînerjiyekê çêkin ku pêşketineke domdar çêbibe.

Taşkin daxuyand ku wan ji bo Şanliurfayê bernameya perwerdeyê ya ku garantiya wê ya kar heye da destpêkirin û wiha dewam kir, "Em ê 80 ciwanên xwe îro bineqînin. Wê 4 mehan rû bi rû perwerdeyên cuda hildin. Em ê wan di dawiya perwerdeyan da jî demildest têxin kar. Em ê ciwanên xwe ji dûr va têxin kar, ev jî cara ewil diqewime. Ciwanên me yên ku wê li Şanliurfayê bijîn, wê ji vê derê piştgiriyê bidin aboriya bajarê xwe, lê di şirketeke li Stenbol û Enqereyê da bixebitin. Me garantiya wê hilda. Em ê protokola îmzeyê jî îro pêk bînin."

Waliyê Şanliurfayê Salih Ayhan jî daxuyand, wekî bajêr pêdiviya wan zêdetir bi bikaranîna teknolojiya pêşketî heye, ew dixwazin bi sepanên zîrektiya çêkirî û çandiniya biaqil a bajêr xêr û bereketa hilberînê zêde bikin.

Şaredarê Bajarê Mezin Zeynel Abidîn Beyazgul jî diyar kir, bandora guherîna av û hewayê roj bi roj zêde dibe, ew pêşaniyê didin zêdekirina xêr û bereketa hemû qadan.

Rektorê Zanîngeha Herranê Prof. Dr. Sabrî Çelîk daxuyand, wekî akademîsyen ew amade ne ku piştgiriyê bidin her cure veberhênanên seba paşeroja bajêr. 

Civîn sibê temam dibe û di çarçoveya civînê da di heman demê da li 4 salonan li ser mijarên turîzm, çandinî û teknolojiyê civîn wê werin kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE