Li Sêweregê fuara zanistê ya xwendekaran

Göbeklitepe bi lîstika Hacivat û Karagöz dan nasîn.

Li Sêweregê fuara zanistê ya xwendekaran

Li Sêwerega Rihayê fuara zanistê ya TÜBİTAKê hat lidarxistin. Xwendekaran projeyên xwe pêşkeş kirin. Ligel projeyan xwendekaran Göbeklitepe bi lîstika Hacivat û Karagöz dan nasîn.

Ji bo ku eleqeya xwendekaran bi zanistê re zêde bibe, fuarên zanistê yên TÜBİTAKê tên lidarxistin.

Di fuara li Sêwerega Rihayê de xwendekaran proje û hunerên xwe pêşkeş kirin.

Projeyeke balkêş jî danasîna Göbeklitepeyê bû.

Xwendekaran bi lîstika Hacivat û Karagöz Göbeklitepe dan nasîn.

Göbeklitepe xwedî dîrokeke 12 hezar salî ye û di lîsteya mîratên cîhanê ya UNESKOyê de cih digre.

Xwendekar dixwazin ku derfetên wan zêde hebin da ku projeya xwe bi pêş bixin û bi her kesî bidin nasîn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE