Li Tirkiyê ‘projeya santrala enerjiya roj’ê cara ewil li termînala dıyarbekırê ket fealıyetê. Hemû ıhtiyaca enerjıyê ya termînalê bi 2 hezar û 740 panêlên tavê tê peydakirin. Şaredarî hem ceyrana xwe bi xwe peyda dike hem jî ceyrana zêde difroşe DEDAŞê.
Diyarbekir salê 3 hezar saetan tavê dibine û ev ji bo enerjiyê nîmeteke mezin e.
Şaredariya Bajarê Mezin jî ev potansiyel dît û projeyeke mînak amade kir.
Projeya Santrala Enerjiya Tavê bi alîkariya Ajansa Pêşketina Qerecdagê bi 4 milyon lireyî li ser termînala otobûsan hat sazkirin.
Şaredariya Bajarê Mezin bi saya 2 hezar û 740 panêlên tavê, milyonek û 500 hezar lire qezenç kir.
Bi saya projeya GESê erebeyên biakû û wesaidên ku bi ceyranê dixebitin jî tên şarjkirin.
Pergala enerjiya tavê bê mesref e û herwiha dostê hawîrdorê ye jî.