Li Tirkiyeyê testa Kovîd-19ê ya 19 hezar û 949 kesan pozîtîf derket

Wezareta Tenduristiyê Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane ji ser malpera "covid19.saglik.gov.tr"yê parve kir. 

Li Tirkiyeyê testa Kovîd-19ê ya 19 hezar û 949 kesan pozîtîf derket

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn da 284 hezar û 947 testên Kovîd-19ê hatin kirin, testa 19 hezar û 949 kesan pozîtîf derket, 145 kes mirin.

Wezareta Tenduristiyê Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane ji ser malpera "covid19.saglik.gov.tr"yê parve kir. 

Li gor vê li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn da 284 hezar û 947 testên Kovîd-19ê hatin kirin, testa 19 hezar û 949 kesan pozîtîf derket, 145 kes mirin, jimara başbûyiyan jî bû 15 hezar û 364. 

Di nifûsa ji ser 18 salî ra rêjeya kesên ku doza yekem a aşiyê bûn ji sedî 70,69 e, rêjeya kesên doza duyem a aşiyê bûn ji sedî 52,67 hat qeydkirin.

Li Tirkiyeyê heta îro 43 milyon û 877 hezar û 460 kes doza yekem a aşiyê,32 milyon û 691 hezar û 994 kes doza duyem a aşiyê, 6 milyon û 556 hezar û 728 kes doza sêyem a aşiyê bi tevahî 83 milyon û 126 hezar û 182 aşî hatin lêxistin.

Di çarçoveya têkoşîna dijî Kovîd-19ê da di 24 saetên dawîn da doza yekem, duyem û sêyem bi tevahî 504 hezar û 767 aşî hatin lêxistin. 

"Em mecbûr in ku guh bidin tevdîran"

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ji ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî tabloya parve kir û got ku "Em ji bo ku zêdebûna di jimara waqieyan da kontrol bikin mecbûr in ku rêjeya aşîkirina bilind bi dest bixin û guh bidin tevdîran."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE