"Lêkolînerên herî baş yên dinyayayê biryar dan ku bên welatê me"

Varank di Merasima Îmzekirina Protokola Hevkariyê ya Laboratuvara Lêkolînê ya Bajarên Pêşketî ya Geliyê Teknolojiyê-Huaweiyê da axivî.

"Lêkolînerên herî baş yên dinyayayê biryar dan ku bên welatê me"

Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank: "Pêşengên zanistê dixwazin li Tirkiyeyê bi zanistê ra eleqedar bibin. Lêkolînerên herî baş yên dinyayayê biryar dan ku bên welatê me."

Varank di Merasima Îmzekirina Protokola Hevkariyê ya Laboratuvara Lêkolînê ya Bajarên Pêşketî ya Geliyê Teknolojiyê-Huaweiyê da axivî.

Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Varank der barê Bernameya Lêkolînerên Pêşeng da wiha got: "Bi serfirazî eşkere dikim ku îro ji 30yî zêdetir dewlet serî Bernameya Lêkolînerên Pêşeng xistin."

Varank destnîşan kir ji 100 zanîngehên herî baş yên dinyayê wê ji 200î zêdetir lêkolîner li Tirkiyeyê lêkolînên xwe bidomînin û wiha axivî: "Profesorekî di 2007an da di panela Guherîna Demsalê ya Navbera Hikûmetan da cî girtibû û ekîba di nav da Xelata Aştiyê ya Nobelê hilda jî serî li bernameya me xist."

Mustafa Varank diyar kir di jimara serlêdanê da Amerîka di rêza yekê da ye û peyra Îngilistan û Almanya hene û wiha peyivî: "Pêşengên zanistê dixwazin li Tirkiyeyê bi zanistê ra eleqedar bibin. Lêkolînerên herî baş yên dinyayayê biryar dan ku bên welatê me."

Dîroka nûkirinê: 29 Adar 2019, 17:00
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE