Makîneya ku pêşiyê li zîpikan digire

Pêlên deng dişîne asîmanan û krîstalên di nava ewran de dihelîne

Makîneya ku pêşiyê li zîpikan digire

Nebêjin ma ev jî dibe? Êdî cotkar wê bikaribin midaxaleyê li ewran bikin û pêşiyê li zîpikan bigirin. Bi saya makînaya ku fîrmaya Îranî îcad kir, zevî ji zîpikan tên parastin.

Pêla deng dişine ewran û krîstalên di nava ewran de dihelîne. Bi vî awayî zîpik nebarin û zevî, baxçe zirarê nabînin.

Fîrmayeke Îranî makînaya ku pêşî li zîpikan digire îcad kir.

“Makîna; bi cereyana ku ji panelên tavê distîne, dişixule. Gava ewrên baranê tespit dike cotkaran hişyar dike. Piştî alarma wê lêket, cotkar dikarin bi riya bernameya ku li telefona xwe bar dikin, makîneyê bişixulînin.”

Makîne heta 12-14 kîlometreyan pêlan dişine.

Ji ber ku zehf deng derdixe, cotkar bi tenê dikarin li cihên derveyî bajêr bikar bînin.

Li Vanê heta niha 20 heb makine hatine firotin.

Xwediyên fîrmayê dixwazin li bajarên din ên Tirkiyê û li dewletên Ewropî jî makînaya xwe bidin nasîn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE