Maskeya xazê ya biaqil

Xwendekarên lîseyê bi vê projeyê serî li Teknofestê dan

Maskeya xazê ya biaqil

Li Erdîşa Wanê xwendekarên lîseyê maskeya xazê ya biaqil çêkirin. Xwendekaran, bi nanoteknolojiyê ev maske sêwirandine û wê bi vê projeyê jî serî li teknofestê bidin.

Bi pêşketina teknolojî û sanayîyê oksîjena atmosferê her ku diçe kêmtir dibe. Ji ber vê gelek nexweşiyên cuda derdikevin.

Xwendekarên lîseya Şehîd Polîs Halîl Hamûryenê ji ber pêwistiya oksîjenê projeyeke balkêş amade kirin.

Tîma xwendekaran a bi 4 kesî, bi rêberiya mamosteyê xwe yê kîmyayê maskeya xazê ya biaqil sêwirandin. Maske karbonmonooksîta derdorê filtre dike, bi tenê oksîjenê dikişîne hundirê xwe.

Ev maske di kanzeyan de, di şer de yan jî ji bo ku bandora bombeyan ji holê rake dikare bê bikaranîn.

Xwendekarê bi navê Mehdî Nama behsa îcadê dike.

Xwendekar ev 2 sal in li ser vê projeyê dixebitin. Wê bi vê xebatê serî li pêşbirka TEKNOFESTê jî bidin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE