Li Hakkariyê welatiyê bi navê Savaş Tatli ji straforan maketa firokeyên f-35an çêkiribû û li ser vê yekê hatibû vexwendin teknofesta entabê. Vê carê Savaş Tatli li şaneşîna mala xwe ku kiriye atolye, firokeyên bêmirov ên şer çêdike.
Li Hakkariyê Savaş Tatli ku li maleke ji axê di kirê de dije, beriya niha ji straforan makêta firokeya F-35an çêkiribû.
Li ser vê yekê Wezareta Teknolojiyê ew vexwendibû Teknofesta Gaziantepê.
Savaş Tatli bi piştgiriyê di nav 2 meh û nîvî de balafira rêwiyan ya 180 santîmî çêkiribû ku 4 kîlometreyan difiriya.
Tatli vê carê jî li şaneşîna mala xwe ku kiriye atolye, firokeyên bêmirov çêdike.
Niha jî hedefa Tatli ew e ku tank çêbike.
Savaş Tatli ji bavê xwe hînî vî karî bûye.
Savaş Tatli dixwaze ku bêhtir derfetên wî hebin da ku karê xwe bipêş bixe.