Ajansa Hewagerî û Fezayê ya Amerîkayê (NASA) astronotên ku di mijdara 2020î da bi Falcon 9a SpaceXê hatin firandin, rekora "mayîna li fezayê" şikandin.
Li gor daxuyaniya ku ji NASAyê hat dayîn, 4 astronotên ku navê wan Crew-1 e, di 16ê mijdara 2020î da ji Navenda Fezayê ya Kennedyê ya li Florîdayê firîn fezayê û ev 85 roj in li Îstgeha Fezayê ya Navneteweyî (ISS) ne û rekor şikandin.
Rekora beriya wan di 8ê sibata 1974an da hatibû şikandin. Wê demê ekîba Skylab-4ê ji ser axa Amerîkayê hatibûn şandin û 84 rojan li wê derê mabûn.
Hatibû gotin ku ji NASAyê astronot Mike Hopkins, Victor Glover û Shannon Walker û ji Ajansa Lêkolîna Fezayê ya Japonyayê (JAXA) Soichi Noguchi ji bo ku lêkolînên zanistî bikin, wê 6 mehan li ISSê bimînin.
AA