NASAyê dîmenên peyabûna Perseveranceya ku şandiye Marsê parve kirin

Daîreya Hewagerî û Fezayê ya Amerîkayê (NASA) dîmenên peyabûna Marsê ya wesayîta keşfê ya bi navê "Perseverance"yê parve kirin.

NASAyê dîmenên peyabûna Perseveranceya ku şandiye Marsê parve kirin

 Daîreya Hewagerî û Fezayê ya Amerîkayê (NASA) dîmenên peyabûna Marsê ya wesayîta keşfê ya bi navê "Perseverance"yê parve kirin.

NASAyê ji ser hesabê Twîtterê ya ku bi taybetî ji bo Perseveranceyê vekir dîmenên ji 3 kamerayên cuda yên wesayîta ku roja şemiyê li Marsê danî parve kirin.

Wesayîta ku dikeve atmosfera Marsê ji bo leza xwe kêm bike paraşutê vedike û vîdeo bi vê dîmenê dest pê dike, ji kameray ku jêrê nîşan dide da tê dîtin ku Perseverance demek li asîmanê dimîne û dema danîna wê bi awayekî zelal hatiye qeydkirin.

Piştî ku wesayît li Gêrestêrka Sor bi awayeê hatibû plankirin danî li navenda NASAyê dengên şahiyê bilind bûn û li fezayê der barê danîna li gêrestêrkekê da jî tişteke ewil qewimî.

Perseverance di 30yê hezîrana 2020î da ji platforma li Florîdayê hat şandin û piştî rêwîtiyeke biqasî 7 mehan û 470 milyon kîlomêtroyî di 20 sibatê da karîbû ku li rûyê Marsê peya be.

- Wesayîta herî pêşketî ya şandine Marsê

Perseverance li Laboratuvara Jet Propulsionê ya NASAyê ya li Calîfornîayê hat çêkirin û bi sotemeniya plutonyumê dixebite, ev wesayît ji nav wesayîtên ku heta niha şandine Marsê da xedî taybetmendiyên teknolojîk ên herî pêşketî ye.

Saziya fezayê eşkere kiribû ku ji bo xebatên binesaziyên yên ji bo pêkanîna mîsyona nû ya li Marsê 2,4 milyar dolar, ji bo ku wesayît li rûyê gêrestêrkê dane û pergala ku wê bide xebitandin 300 milyon dolar hat xerckirin.

Tê plankirin ku Perseveranceya ku xwedî analîzora kimyayî, 20 kamere, matqaba tehtan a ji bo berhevkirina nimûneyan, "destekî" wê ya robotîk û firokeyeke wê ya biçûk heye ji bo keşifkirina rûyê wê 2 salan li Marsê bimîne.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE