NASAyê SpaceXa ku tê da 4 astronot hene şand fezayê

NASAyê wesayîta fezayê ya SpaceXê ku tê da 4 astronot hene şand fezayê

NASAyê SpaceXa ku tê da 4 astronot hene şand fezayê

Ajansa Hewagerî û Fezayê ya Amerîkayê (NASA), wesayîta fezayê Dragon a hilberînerê roket, peyk û mekûka fezayê ya Amerîkan SpaceXê ji bo cara ewil tevî hemû muretebatê operasyonel şand fezayê.

Roketa Falcon 9 a SpaceXê digel 4 astronotan ên navlêkirî "Crew-1" roja yekşemê bi dema herêmê saet 19.27an ji Navenda Fezayê Kennedy ya li eyaleta Floridayê hat agirkirin.

Wezayîta fezayê ya SpaceXê piştî rêwîtiyeke ku dê 27 saetan biajo, duşemê bi dema herêmê saet 23.00yan dê bigihîje Îstasyona Fezayê ya Navneteweyî (ISS).

Ji NASAyê astronot Mike Hopkins, Victor Glover û Shannon Walker û her wiha ji Ajansa Lêkolînên Fezayê ya Japonyayê (JAXA) Soichi Noguchi ji bo lêkolînên zanistî dê 6 mehan li ISSê bimînin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ji ser hesabê xwe yê Twitterê wiha daxuyand, "Agirkirineke newaze. NASA gava me peywir wergirt, bobelateke girtî bû. Niha dîsa bi ferqeke mezin, navenda fezayê ya herî germ û pêşketî ya dinyayê ye."

Wesayîta fezayê Dragon a SpaceXê cara ewil meha gulanê ji bo ceribandinê astronotên NASAyê Robert Behnken û Douglas Hurley biribûn ISSê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE