Li Cizîra Botan, ev salek e Navenda Zanîstê ya Îsmaîl Ebûl Îz El-Cezerî hatîye vekirin. Navend bi destê Şaredariya Cizreyê hat avakirin. Li wirê xwendekar hînî berhemên el cezerî dibin. Bi saya vê navendê, telebe li ser zanist û teknolojîyê lêkolînê dikin.
Şaredariya Cizreyê ji bo perwerdê xizmeteke giring dide.
Li navenda ku bi navê İsmail Ebul İz El-Cezeri hatiye vekirin, xwendekar hînî ilmê, astronomiyê û qodkirina robotîk dibin.
Xwendekar, mijarên ku li dersên xwe hîn dibin, li vê navendê bi awayekî zindî dibînin.
Di navendê de 18 projeyên ku ji aliyê 16 xwendekaran ve hatibûn amadekirin, xelat girtin.
Li navendê xwendekar hînî jîyana El Cezerî û xebatên wî jî dibin.
Xwendekar ji vê navendê gelek keyfxweş in û bi saya vê jî di warê ilm û zanînê de xwe gelek bi pêş xistine.