Li Zanîngeha Mûş Alparslanê, xwendekarên beşa zanistên fenê, tevî dersên teorîk dersên pratîk ên li ser kodkirin, robotîk û înovasyonê jî dibînin.
Robotan çê dikin, bi saya perwerdeya kodkirinê hînî înovasyonê dibin.
Xwendekarên Zanîngeha Alparslana Mûşê, di çarçoveya perwerdeya Teknolojî, Endazyarî û Matematîkê de dersên pratîk jî digrin.
Xwendekar bi mamosteyên xwe re him kodan dinivisin him jî projeyên robotên xwe dimeşînin.
Dixwazin tiştên ku hîn dibin paşê hînî xwendekarên xwe jî bikin û tev li projeyan bibin.
Bi vî awayî tê xwestin mamosteyên nû li gorî çaxa înovasyonê perwerde bin.